PeyamaKurd - Li bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan qedexeya her cure çalakî û bernameyan hat ragihandin.
Parêzgariya Colemêrgê ragihand, li tevahiya bajêr heta 15 rojan lidarxistina çalakî û bernameyan hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye gotin: “Ji bilî çalakiyên Walîtî û Qeymeqamtî wan guncaw bibînin hemû çalakî û bernameyên din, heta 15 rojan hatin qedexekirin. Qedexe 17.11.2020an heta 01.12.2020an wê berdewam be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin