PeyamaKurd- Li payîtexta Iraqê li Bexdayê ev çend hefeteye ku li dijî hukumetê xwepêşandan destpêkirine û îstîfa hukumetê dixwazin. Xwepêşandan li Bexdayê li Meydana Tahrîrê çêdibin. Îşev jî erebeyeka bombekirê li meydanê hat teqandin û di encamê de tê gotin ku gelek kuştî û birîndar hene.
Tê gotin ku dengê teqînê li gelek taxên bexdayê hatine bihîstin. Çavkaniyên fermî heya niha di derbarê teqînê û encama wê de ti agahî nedane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin