PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê 15 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, Di 24 saetên derbasbûyî de, li navçeyên Rêveberiya Xweser 15 kesên din bi vîrusa Korona ketin, 8 ji wan zilam û 7 jî jin in. 4 kes li Hesekê, 4 li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê, 2 kes li Rimêlan, kesek li Til Temir, kesek li Dirbêsiyê û kesek li Girkê Legê bi vîrusa Koronayê ketine.
Herwiha Ciwan Mistefa amarên kesên ji vîrusê baş bûne jî destnîşan kir û ragihand, herî dawî 14 kesên din ji vê nexweşiyê baş bûne û hejmara giştî ya kesên ji nexweşiyê baş bûne gihîşt 212 kesan.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê ketine, gihîşt 704 kesan.
Herwiha heta niha 42 kesan li Rojavayê Kurdistanê û li navçeyên Rêveberiya Xweser bi Koronayê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin