PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, piştî axaftina xwe ya naskirina herdu herêmên Donetsk û Luhanskê yên Ûkraynayê û karvedanên piştî wê, îro 22yê Sibatê daxuyaniyeke nû da.
Pûtîn derbarê welatên Yekîtiya Sovyeta berê de diyar kir ku ew piştgiriya serweriya wan welatan dike, lê Ûkrayna îstisna ye û got, “Palana min a ji nû ve damezrandina împeretoriyê nîne.”
Pûtîn di axaftina xwe ya 21ê Sibata 2022yan gotibû, rewşa li Donbasê gihîştiye asteke xeter û destîşan kiribû, rojhilatê Ûkraynayê erda Rûs a berê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin