PeyamaKurd- Parêzgeha Agiriyê bi sedema belavbûna Kovid-19 ê dawet, dîlan, xwarina cejnê, organîzasyonên xwarinan bi temamî qedexe kir. Îro rêvebiriya an ku Komîte ya pandemiyê di bin serokatiya parêzger de civiya ye û tedbîrên li jorê hatin navandin sitendiye.
Di beyana parêzgehê de tenê bo her dawetekî 2 siet wext daye ku ew jî di navbera sietên 12.00-14.00 û êvarê di navbera siet 19.00-21.00 de dikarin bikin. Dawetvanên ku herin dawetê divê agirê wan bên pîvandin, eger di ser 38 an de be, divê here nexweşxanê.
Seredana goristanan divê li gor tedbîrên Kovid-19 ê bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin