PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di axaftineke xwe ya li Enqerê de da xuyakirin, armanca wan ji avakirina herêma ewle, li wê herêmê bicihkirina nêzîkî yek milyon koçberên Sûrîyê ye.
Erdogan bal kişand ser ku di hefteya dawî ya meha Îlonê de ewê bi Amerîka re dest bi bicihanîna rêkeftina herêma ewle bikin û got, heke ew bi Amerîka re herêma ewle pêk bînin wê gelekî baş be, lê heke nebe jî ew bi tena xwe jî dikarin wê gavê bavêjin.
Serokomarê Tirkiyê diyar kir, herêma ewle dê bi dirêjahiya 450 km be û ew plan dikin nêzîkî yek milyon penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê ne, li wê herêmê bicih bikin.
Erdogan herwiha li ser pêleke din a koçberên Sûriyê gef li welatên ewropayê jî xwar û bo cîbicîkirina herêma ewle ya Tirkiye dixwaze got, “Bû bû. Nebû em ê neçar bimînin deriyan vekin. Ma tenê emê vî barî hilgirin?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin