David Petraus: Kustina Silêmanî ji ya Ladîn û Bexdadî gelekî girîngtir e

David Petraus: Kustina Silêmanî ji ya Ladîn û Bexdadî gelekî girîngtir e

PeyamaKurd – Serokê berê yê Îstixbarata Amerîkayê (CIA) David Petraus, li ser kuştina Fermandarê Îranî Qasim Silêmanî ku wî ji herêma Rojhilata Navîn baş nas dike got, kuştina wî fermandarî ji bo Amerîkayê gelekî ji ‎kuştina Usame Bin Ladîn û kuştina Ebû Bekir Bexdadî girîngtir e.‎

David Petraeus got, destê Qasim Silêmanî di kuştina 600 leşkerên Amerîkî de hebû û biniyet bû ‎‎ “Hîlala Îranî” çêbike û desthilata Şîe ji Îranê bigihîne Lubnanê.‎

Berpirsê Berê yê CIA ya Amerîkayê û Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Afganistan û Iraqê ‎David Petraeus li ser gefên tolhildanê yên Îranê jî diyar kir, Îran di krîzeke aborî ya nazik û hestyar de ye, xelkekî ‎zêde li nav welat di xwepêşandanan de kuştine û rêvebirineke şaş û gendeliyeke zêde heye û ew Îran nemaye dema di 80êyan de şerê Iraqê dikir.

Petraus da zanîn, eger Îran zêdegaviyan bike, dibe kêlgehên petrolê û ‎hêzên wê bibin armanc di nav wî welatî bi xwe de û got, Amerîkayê di nav Îranê de destê xwe ‎weşandiye û êrîşên elektronî û hakkirina toran belgeyên wan êrîşa ne.

David Petraeus destnîşan kir, eger Îran ‎tola Qasim Silêmanî bistîne, tişta niha dikare bike, dibe li Tengava Hurmiz û li Kendavê tevlîheviyeke ‎zêdetir çêbike, şerê bi wekalet berfirehtir bike û êrîşên Supaya Quds zêdetir bike.‎

David Petraeus di berdewamê de got: “Bawer nakim piraniya serkirdeyên Iraqê bixwazin Amerîka ji Iraqê derkeve. Kuştina Qasim Suleymanî ji kuştina Bin Ladin û kuştina Bexdadî girîngtir e. Îran di krîzeke hestyar de ye. Îran di rewşekê de şiyana wê ya serdema şerê Iraq û Îranê nemaye.”‎

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin