Amerîka û Yunanistanê li Derya Spî tetbîqata leskerî pêk anî

Amerîka û Yunanistanê li Derya Spî tetbîqata leskerî pêk anî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîka û Yunanistanê li başûrê Girava Girîtê doh 24ê tebaxê tetbîqateke leşkerî ya deryayî pêk anîn.

Sererkaniya Yunanistanê ragihand ku ew tetbîqata leşkerî di çarçoveya hevkariya daîmî ya leşkerî di navbera herdu welatan de hatiye encamdan.

Herwiha hatiye gotin ku hevkariyeke xurt a Atena û Washington heye û ew tetbîqat jî di çarçoveya hevkariya NATO û herdu welatan de hatiye encamdan ku hevkariya xurt a herdu aliyan piştrast dike.

Hat diyarkirin ku di tetbîqatê de balafirên F-16, keştiyên şer, helîkopter û keştiya deryavaniya Amerîka USS Winston S. Churchill beşdarî li wê tetbîqatê kirine.

Li demeke ku li ser Deryaya Spî Tirkiye lêgerînên gazê dike û aloziya navbera herdu welatan ji ber vê zêde bûye de, tetbîqata leşkerî ya ligel Amerîkayê wekî nîşandana hêzê bo Tirkiyê hat nirxandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin