PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê 9ê Tîrmehê li navenda bajarê Minbicê otomobîlek hate teqandin ku di encamê de, 3 şervanên Encûmena Leşkerî ya Mincibê ya bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku îro li nêzî çerxerêya El-Sebih Behrat a Minbicê otomobîlek teqiya û di encamê de 3 endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di nav de fermandarek jî hebû, can dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.
SOHRê daye xuyakirin, heta niha nayê zanîn bê ew teqîn di encama mînekê de bûye yan jî ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin