PeyamaKurd - Kanala amerîkan CNBCyê ragihand ku, Amerîka ji bo Tirkiyê ji kirîna S-400an Rûsyayê vegere du heftê mohlet dan. Eger Tirkiye ji biryara xwe veneger dê li dijî wê mueyîde werin sepandin.
Hat îdiakirin Amerîkayê ji bo ku Tirkiyê ji kirîna pergalên parastinê S-400ên rûsî veger û biryara xwe bide du heftê mohlat da.
Kanala amerîkî CNBC ku xwe dispêrê çavkaniyên xwe ragihand, eger Tirkiyê pêgirî rêkeftina bi Rûsyayê re bimîne û S-400an bikire dê bi mueyîdeyan re rû bi rû bimîne.
Çavkaniyên ku ji CNBCyê re axivî ne dibêjin, ev mohşet dê neyê dirêjkirin û amaje kir ku ev pêşniyara dawî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Rayedarekî Wezareta Derve, “Eger Tirkiyê S-400an bikire bi awayekî berbiçav û neyînî dê rastî pirgirêkêna were.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin