PeyamaKurd – Artêşa Pakistanê ragihand ku li Belûcistanê li herêma Hoşabê artêş êrîş biriye ser grûbekî û di encamê de ji wan deh kesan kuştine. Pakistan negot ku deh kes yên kîjan grûbê ne.
Welatê Belûcistanê di navbera dewletên weka Pakistan, Îran, Afxanistan de hatiye perçekirin û carna li Belûcistanê êrîşên grûbên siyasî ji bo ser hêzên asayîşa Pakistan û Îranê çêdibin.
Di 2 yê sibatê de kesên çekdar êrîş biribûn ser du noqteyên artêşê û 9 leşkeran kuştibûn lê li gor çapemeniyê ji çekdaran jî 20 kes hatibûn kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin