PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd, îro serdana Hewlêrê dike û bi Serok Barzanî re bicive û pişt re jî derbasî Duhokê dibe.
Li gor zanyariyan, Serokomarê Iraqê Ebduletîf Reşîd wê serdana Hewlêrê bike û piştî pêşwazîkirina li Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê, wê derbasî Pîrmamê bibe û bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bicive.
Herwiha bendewarî hene ku di civînê de gotûbêj derbarê rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hemahengîkirina ji bo cihbicihkirina rêkeftina taybet a derbarê pêkanîna kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî bên kirin.
Hat zanîn ku piştî serdana Hewlêrê, biryar e Serokomarê Iraqê serdana Duhokê jî bike ku beşdarî Konferansa Zankoya Amerîkî li Duhokê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin