PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser kuştina welatiyekî Efrînê di bin îşkenceyê de daxwaz ji Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê dike, wê tawanê şermezar bike û kar ji bo rizgarkirina revandiyên kurd ên li cem komên çekdar bike.
Komeke çekdar a girêdayî artêşa Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê, 13ê Gulanê 3 hemwelatiyên Efrînê Şerefedîn Sîdo, Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl dema ji Cindirêsê diçûn Ezazê revandibûn û îşkenceyên hovane li wan kiribûn.
Çekdaran li hember berdana wan daxwaza 100 hezar dolar ji malbatên wan kiribû û roja 22yê Gulanê jî termê Reşîd Hemîd Xelîl ku bi îşkenceyê hatiye kuştin, di navbera gundên Qestel Cindo û Erebwêranê yên navçeya Şera de hatibû dîtin û heta niha çarenivîsa herdu revandiyên din jî ne diyar e.
Emîndariya Giştî ya ENKSê kiryar bi tundî şermezar kir û ragihand, “Ev zincîreyên tawanan di bin siya artêşa Tirkiyê de tên kirin, bêyî ku lêpirsînê bi wan komên tawanbar re bike û siza bide.”
ENKSê ji Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê xwest, tawanan şermezar bike û destê xwe ji ser wan koman rake û kar ji bo rizgarkirina wan revandiyan bike û tawanbaran jî ceza bike.
Herwiha ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekbûyî û welatên pêwendîdar kir, sînorekî ji êş û azarên xelkê Efrînê re deynin, kom û çeteyên çekdar ji Efrînê derxin, rêveberiya Efrînê radestî xelkê wê yê resen bikin û bixin bin parastina navdewletî.
Hêjayî bibîrxistinê ye ji dema dagîrkirina Efrînê (18 Adar 2018) ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, tenê ji bo standina pereyan bi hezaran welatiyên kurd hatine revandin, îşkence li wan hatiye kirin û hejmarek welatî jî di bin îşkenceyê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin