Li ser derketina sewatê pevçûn: 1 kustî û 6 birîndar

Li ser derketina sewatê pevçûn: 1 kustî û 6 birîndar

PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Çinarê li gundê Surendalê agir bi dexlê gundiyan ket. Li ser sedema derketina agir, di navbera du malbatan de pevçûn derket. Di encamê de 1 kes hat kuştin û 6 kes birîndar bûn. Ji birîndaran birînên du kesan xedarin. Bûyer ber destê êvarê çêbû.

Li gor gotinên der û dor; agir ji bîçerê derketiye û bi bandora bayê belav bûye. Piştî di navbera du malbatan de pevçûn derket, agahiyê dan cendirmeyan û tîmên tenduristiyê. Kesê ku hat kuştin cenazê wî birin morgê bo otopsiye û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyê.

Lêpirsîna di derbarê qewimandinê de dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin