5 emîn sala komkujiya Sengalê hat bibîranîn

5 emîn sala komkujiya Sengalê hat bibîranîn

PeyamaKurd- Berdevkê mafên mirovan yê bajarê Duhokê Salim Seîd ragihand ku îro di 17 kampên penaberan de,bibîranîna 5 emîn salvegera komkujiya Êzîdiyan hatiye kirin. Salim bo Basnewsê weha gotiye:

“Bi sedema salvegera 5 emîn ya komkujiya Şengalê,di nav sînorê bajarê Duhokê de,di temamê kampên multeciyan de, wê bibîranîn bên kirin. Wê xelkê me di rêya van aktîvîteyan de, ji rêvebiran bo berdana esîrên ku did estê DEAŞê de ne bê xwestin. Wê bang bikin da şertên xerab yên ku tê de dijîn bên başkirin. Divê em jî div an rojên xerab de,guh bidin daxwazên penaberan û ji aliyê mirovî de çi ji destê me were em bikin.”

Salim Sêid di axaftina xwe de got ku ji roja ku komkujiya Şengalê destpêkir û heya niha, parêzgeha Duhokê, dezge û saziyên bi ser parêzgehê ve, di rêya hukumeta herêma Kurdistanê de çi ji destê wan hatiye kirine û bo şertên jiyana wan baştir bibe hewl didin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin