PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Amerîka di daxûyaniyekê de ragihand, ku wekî bersivek liser binpêkirinên Hikumeta Sûriyê li navçeya kêmkirina şer, ew dê rêkarên tund bigrin ber.
Wezareta Amerîkî di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Moskovayê kir ku, destihilata xwe bikar bîn e û zorê li Hikumeta Sûriyê bike, ku êrîşên Artêşa Sûriyê rawestîne û nehêle ti Operasyonên serbazî pêkbîne.
Navçeya başûrê rojavayê Sûriyê digel sînorê Urdun û Israîlê navçeyek e ji navçeyên kêmkirina şer, ku Amerîka, Rûsya û Urdun liser rêkeftin e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin