PeyamaKurd - Berdevkê tîma serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî ragihand ku piştî astengiyên di danûstandinên Qamişloyê de, wan bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî re civîneke girîng encam daye û got, di vê hevdîtinê de biryar hat dayîn ku dadgehên li Rojavayê Kurdistanê radestî Wezareta Dadê ya Sûriyeyê were kirin daku sîstema dadwerî ya fermî li herêmên bin kontrola HSDê dîsa çalak bibe.
Hîlalî destnîşan kir ku ev gava teknîkî beşek e ji hewildanên ji bo bicihanîna rêkeftina giştî ya ku 29ê Çileya 2026an hatibû îmzekirin daku dabeşbûna îdarî ya li welat bi dawî bibe.
Hate diyarkirin ku di civînê de mijara tevlîkirina hêzên HSDê di nava saziyên dewletê û amadekariyên ji bo hilbijartinên Encûmena Gel (Parlamentoya Sûriyeyê) wekî dosyayên sereke hatine gotûbêjkirin.
Ehmed Hîlalî da zanîn ku ev şêwrên leşkerî û siyasî bi armanca yekgirtina welat berdewam dikin û her du alî hewl didin xalên xitimandî çareser bikin.