Hikûmeta Sûriyê: Şewata li lûleya gazê sabotaj e

Hikûmeta Sûriyê: Şewata li lûleya gazê sabotaj e

PeyamaKurd - Hikûmeta Sûriyê ragihand ku ew agirê ku duh êvarê li lûleya gaza xwezayî ya li herêma di navbera Deyrezor û Şulayê de derketibû, encama "sabotajê" ye.

Li gorî daxuyaniya li ser ajansa fermî SANAyê hatiye belavkirin, ji ber ku xeta gazê ji kar ketiye herikîna gazê ya ji kargeha Cibseyê bo santralên hilberîna elektrîkê bi tevahî rawestiyaye.

Ajansê bi zarê çavkaniyên hikûmetê ragihandiye ku bûyer di encama sabotajê de rû daye.