Bi fermana Putin dabeskirina derziya Korona li Rûsyayê destpê dike

Bi fermana Putin dabeskirina derziya Korona li Rûsyayê destpê dike

PeyamaKurd – Bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Tendirustiya Rûsyayê, dawiya hefteya bê dest bi dabeşkirina derziya Koronayê bê kirin.

Di civîneke bi rêya vîdyo konferansê de, Putin daxwaz ji Cîgira Serokwezîr ya bo Karûbarên Tendirustiyê Tatyana Golîkofa, kir ku dest bi dabeşkirina vaksîna Koronayê bê kirin.

Putin diyar kir: “Ez ji we dixwazim kar bi rêkbixin, da ku dawiya hefteya bê, derzîkirina welatiyan bi awayekî berfireh dest pê bike.”

Herwiha Putin destnîşan kir, ku heta niha zêdeyî 2 milyon dane vaksîn hatine  berhemanîn, ku ew dê ji kesên rewşa wan metirsîdar, pizîşkan û mamosteyan destpê bikin.

Derziya Sputnik, ku ji aliyê Navenda Gamaliya ya Lêkolînan li Moskowê hatiye çêkirin, di warê pişkinînê de ketiye qonaxa sêyemên û di vê qonaxê de 40 hezar kes beşdar dibe.

Li gor berhemhênêrên wê, vaksîna Sputnik ji %95 bi sûd e li dijî vîrusa Koronayê.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin