Reîsî sersaxî da Pûtîn

Reîsî sersaxî da Pûtîn

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, li ser êrîşa terorî ya Moskowê ku 133 kes hatin kuştin û 100 kes jî birîndar bûn, peyameke sersaxiyê belav kir.

Îbrahîm Reîsî di peyama xwe de êrîşa şeva 22yê Adarê şermezar kir û sersaxî da Rûsyayê.

Herwiha Reîsî diyar kiriye ku ew piştevaniya tedbîrên rayedarên rûsî bo tedbîrên ewlekariyê dikin û divê aliyên ev êrîş plan kirine werin cezakirin.

Hêjayî gotinê ye, êrîşa ser eywana konserê DAIŞê li xwe girtibû, lê Rûsya tohmetbarkirina Ukraynayê didomîne ku Ukrayna vê yekê red dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin