PeyamaKurd- Piştî bidawîbûna hilbijartina Serokomariyê ku Recep Tayîp Erdogan bi ser ket, bala raya giştî li ser kabîneya nû ya Erdogan e.
Li ser amajeyên ku dê Wezîrê Aboriya Tirkiyeyê yê berê Mehmet Şîmşek di vê kabûneyê de car din were erkdarkirin ku beriya hilbijartinan ji aliyê hikûmeta Ak Partiyê ve jê re pêşniyaz çûbû lê wî qebûl nekiribû, ji aliyê Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin ve daxuyanî hat dayîn.
Îbrahîm Kalin, di nirxandina xwe ya rojnameya A Haberê de li ser pirsa, “Gelo dê Mehmet Şîmşek di kabîneya nû de cih bigire yan na?” got ku
"Pêkhatina navan dikare bi her awayî be. Serokomarê me got ku ew ê kabîneya ciwan a dînamîk a ku layiqî Sedsala Tirkan be û di neteweya nû de bi hev re têkildar be ava bikin. Şîmşek gotibû ku ew ê ji bilî hatina ser meqamê, her dem piştgiriya vê pêvajoyê bike."
Kalin di dewama nirxandina xwe de got ku “Di rojên pêşiya me de dê pêvajo hîn bêhtir bi teşe bibe. Mehmet (Şîmşek) Beg di kabîneyê de cih bigire yan negire, ew ê tevkariya xwe ya ji bo polîtîkayên me yên aboriyê berdewam bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin