Li du navçeyên Wanê 57 koçber hatin desteserkirin

Li du navçeyên Wanê 57 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li du navçeyên Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro 57 koçber hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, tîmên Fermandariya Jendermeya Erdîşê li ser rêya Erdîş û Elcewazê kamyoneteke ku guman lê hebû dane rawestandin û di encama lêgerînê de di nava kamyonetê de 30 koçberên Afgan hatin desteserkirin.

Herwiha li gundên Şîvekara jorî û Arnesê ser bi navçeya Bêgirê jî 27 koçberên ji Afganîstan û Pakistanê hatin desteserkirin.

Li parêzgeha Wanê ku bi giştî 57 koçber hatin desteserkirin, 3 kes jî bi îddîaya ku veguhestina koçberan rêkdixin hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan piştî karên fermî, koçber şandin Navenda Paşdeşandina Îdareya Koçê ya Bajêr.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin