PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Bîden piştî erdheja bi lerza 7,4 a li Mereş Pazarcikê ji bo alîkariyên pêwîst ên ji bo Tirkiye û Sûriyeyê bên kirin, telîmat da Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Amerîkayê (USAID) û saziyên din ên federal.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan got: "Amerîka ji nûçeyên wêranker ên erdheja ku îro ji Tirkiye û Sûriyeyê tê, bi giranî nîgeran e."
Wî herwiha got, "Em wek Amerîka amade ne ku çi alîkariyê pêwîst bike."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serok Biden talîmat da USAID û hevkarên din ên hikûmeta federal ku bijardeyên bersivdayînê yên Amerîka ji bo alîkariya kesên ku herî zêde zerar dîtine binirxînin. Em ê bi hevrêziya bi Tirkiyeyê re ji nêz ve çavdêriya rewşê bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin