Rêberên Misir, Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî hilcivîneke sêalî li dar xistin

Rêberên Misir, Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî hilcivîneke sêalî li dar xistin

PeyamaKurd Rêberên Misir, Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Ereb, do Sêşemê li Şerm el-Şêx ya Misirê di derbarê bazarên enerjiyê û ewlehiya xwarinê ya li Rojhilata Navin de, hilcivîneke sêalî li dar xistin.

Li gor Seroktiya Misirê bi daxuyaniyekê da zanîn, her sê rêberan aramiya bazarên enerjiyê û ewlekariya xwarinê, herwiha mijarên navneteweyî û herêmî gotûbêj kirine.

Seroktiyê hûrgiliyên zêdetir eşkere nekir lê, pispor dibêjin îhtîmal e ku wan bandora Îranê ya heremî jî nîqaş kiribin.
Herwiha Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett jî diyar kir, rêberan pêwendiyên di navbera her sê welatan de, di çarçoveya geşedanên vê dawî yên cîhanê û heremê de nîqaş kirine û ser rêkên xurtkurina pêwendiyan axivîne.
Serokê Misirê Ebdulfetah el-Sîsî, mazûvaniya hilcivîna bi rêberê defakto yê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayed al-Nahyan û Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett kir.

Hêjayî gotinê ye, hilcivîna îro, piştî ku Îmarat têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal kir vir ve, hevditîna yekemîn a sêalî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin