NATO: Divê Talîban sozên xwe bicîh bîne

NATO: Divê Talîban sozên xwe bicîh bîne

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg di civîna ku Amerîka û Almanya li ser Afxanistanê lidarxistibûn de axifî û got ku divê Talîbanê sozên ku daye bicîh bîne. Li gor ragihandina NATO yê; wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas bi hevre civînekî lidarxistin û di civînê de sekreterê giştî yê NATO yê Stoltenberg axifî û got; sozên Talîbanê daye yên di derbarê terorîzmê, mafên mirovan û kesên bixwazin Afxanistanê bi ewlehî terk bikin de bicîh bîne.

Stoltenberg got ku heya ji Afxanistanê derketine li hemberê terorê gelek tiştan bidestxistine û NATO li Afxanistanê bi deh salan asayîş û îstîqrarê bipêş xistiye.

Stoltenberg her weha ragihand ku divê di dahatûyê de îznê nedin ku li Afxanistanê teror bicîh bibe û temamê endamên NATO yê, di têkoşîna li hemberê terorê de divê bi hevre rawestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin