PeyamaKurd – Piştî îmzekirina peymana asayîkirina têkiliyên bi Qeterê re di 5ê vê mehê de, Erebistana Siûdî, Behreyn, Îmarat û Misirê ambargoya ji sala 2017an ve sir Qeterê rakirin, yekem balafia rêwiyan a Erebistana Siûdî gihîşt Qetere.
Kompaniya Rêhewaya Qeterê wêneyên gihîştina balafirê bo Dohayê belav kirin ku pêşwazîkirina mêvanên ji Siûdî nîşan da.
Hat zanîn ku yekem balafira rêwiyan piştî 3 salan Riyadê rabûye û çûye paytexta Qeter Dohayê ku wê seferên Cide û Dammamê jî piştî çend rojan dest pê bikin.
Piştî peymana ku li Siûdî hatibû îmzekirin, Îmarat û Behreynê ragihandibûn ku êdî Qeter dikare qada wan a asmanî bikar bîne û dest bi seferan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin