Almanya: Em ê leskerên xwe nesînin Ûkraynayê

Almanya: Em ê leskerên xwe nesînin Ûkraynayê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz di derbarê banga Serokkomarê Frensa Emmanuel Macron a leşkerşandina Ûkraynayê de ragihand ku wê Almanya leşker neşîne Ûkraynayê.

Serokwezîra Almanyayê Olaf Scholz di peyama xwe ya vîdyoyê ya di rûpela xwe ya medyaya civakî de got ku "NATO ne alîgirê şer e û wê nebe jî."
 Scholz got: "Wê şer wiha bimîne. Em naxwazin şerê Rûsyayê yê li dijî Ûkraynayê veguhere şerê Rûsya û NATOyê. Di vê mijarê de em û hemû hevpeymanên me hevraman in."
Scholz di domîna axaftina xwe de anî ziman ku ev yek jî tê wê wateyê ku wê Almanya tevlî şerê li Ûkraynayê nebe û wiha got: "Bi awayekî zelal û eşkere; wek serokwezîra Almanyayê ez ê leşkerên artêşa xwe neşînim Ûkraynayê. Leşkerên me dikarin ji vê gotina min bawer bikin."

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz bi bîr xist ku ji bo parastina hewayî, pêwîstiya artêşa Ûkraynayê bi awayekî lezgîn bi çek û cebilxaneyê heye û da zanîn ku herçend ew leşker neşînin jî ew ê bi hevpeymanên xwe re piştgirîdayîna ji Ûkraynayê re bi zêdekirinê bidomînin
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di konferansa piştgiriyê ya Ûkraynayê ku di 26ê Sebatê de li Parîsê pêk hat de gotibû ku "Ji bo Rûsya di vî şerî de bi ser nekeve, çi ji destê me bê em ê bikin." û bang li endamên NATOyê kiribû ku leşker bişînin Ûkraynayê.
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin