PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan ji ber belavbûna vîrusa korona (Covid-19) hemû operasyonên xwe rawestandine.
Fermandarîya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan li ser banga Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres biryara rawestandina operasyonan daye.
HSDê bang li hemû hêzên din yên li Sûriyê kir ku agirbestê ragihînin.
Antonio Guterres li New Yorkê dîyar kir ku divê herkes bala xwe bide ser têkoşîna dijî vîrusa korona. Guterres gotibû., ‘’Çekan rawestînin, êrîşên bi topan bi dawî bikin, êrîşên esmanî bisekinînin.’’
Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê bo Sûriyê Geir Pedersen jî ji ber vîrusa korona banga agirbestê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin