Peyama Kurd - Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) angaşt ku Îsraîl birçîbûna sivîlên li Zîvala Xezzeyê weke çek bi kar tîne û bang li hikûmeta Îsraîlê kir ku dest ji vê rêbazê berde û dorpêça li ser Xezeyê rake.
Di daxuyaniya HRWê ya di derbarê vê babetê de wiha hate angaştin ku hêzên Îsraîlî bi zanebûn belavkirina av, xwarin, sotemenî û alîkariyên mirovî asteng dikin.
Rêveberê Îsraîl û Filistînê yê HDWÊ Omer Şakir di daxuyaniyê de wiha got:
“Ji du mehan zedetir e Îsraîl, gelê Xezzeyê ji nan û avê bêpar dike. Ev siyasetek e ku ji hêla karbidestên payebilind ên Israîlî ve tê teşwîq kirin an piştgirî kirin û niyeta birçîkirina sivîlan wekî rêbazek şer nîşan dide. Divê rêberên cîhanê li dijî vî sûcê şer ê hovane ku bandorên wêranker li ser gelê Gazzeyê dike biaxivin.”
Di daxuyaniya HRWê de ji bo rawestandina êrîşên li ser armancên ku ji bo tendurustîya sivîlan giring in, rakirina dorpêça li ser Zîvalaya Xezzeyê, berdana av û elektrîkê, û veguhestina xwarin, alîkariyên bijîşkî û sotemeniyê yên ku bi lezgînî pêwîstiya wan pê heye bang li hikûmeta Îsraîlê hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin