HDP: Lijneye Bilind a Hilbijartinan weke qeyûm tevdigere

HDP: Lijneye Bilind a Hilbijartinan weke qeyûm tevdigere

PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) biryar da ku, kesên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (KHK) de hatibine dûrxistin werin hilbijartin jî nikarin bibin şaredar. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê vê biryara YSKê de daxuyaniyek da.

HDPê di vê daxuyaniya xwe de diyar kir ku, “Bi vê biryarê re YSKê kûmê qeyûm daye serê xwe.”

YSK biryar da ku şaredarên ku bi KHKê hatin dûrxistin werin hilbijartin jî nikarin bibin şaredar. Li gorî vê biryarê dê mazbata bo namzedê duyemîn were dayîn.

HDPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku namzediya van namzedan ji aliyê YSKê ve hatiye erêkirin.

“YSKê lîstikek kiriye, kemîn ava kiriye. Di serdema nû de YSKê bi vê biryarê kûmê qeyûm daye serê xwe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin