‘Sîe hesabê hilbijartinê dikin û nahêlin budçe were pesendkirin’

‘Sîe hesabê hilbijartinê dikin û nahêlin budçe were pesendkirin’

PeyamaKurd - Endamê firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê Diyar Teyîb got, ji ber nakokîyên şîeyan budçeya giştî nayê pesendkirin.

Diyar Teyîb da zanîn, “Di nav şîeyên Iraqê de gelekî nakokî û arîşe hene. Ew her tiştî di çarçoveya hilbijartinan de dinirxînin ji ber wê jî li dijî pesendkirina bûdçeya giştî ne. Ew dibêjin, eger bûdce bi vî rengî were pesendkirin serokê hikûmetê Mistefa Kazimî dê di hilbijartinan de pesnê xwe bide.”

Diyar Teyîb ji BasNewsê re gotiye, “Şîe bûne du alî. Aliyek xwe wek eniya niştimanî dibînin û aliyê din jî li dijî wan in. Nakokiyên wan nahêle bûdce were pesendkirin.”

Parlementerê kurd anî ziman, em ditirsin rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bûdcê rastî pirsgirêkan were û got, ji ber wê jî şanda hikûmeta Kurdistanê zû bi zû serdana Bexdayê dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin