PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser rewşa Idlibê da xuyakirin, pêwîste çalakiyên terorîstî yên ser hêzên Rûsî û rejîmê bên rawestandin û got, berpirsiyarî li ser Tirkiyê ku pêwîste li gorî rêkeftina Soçî tevbigere.
Dmitriy Peskov diyar kir, "Me endîşeyên xwe yên derbarê hebûna terorîstên li herêma kêmkirina aloziyê li Idlibê, ne veşartine. Ew kom rehet tevdigerin û bi ser de jî êrîşên terorî li ser cihên Rûsî û Sûriyeyê dikin.”
Peskov got ku berpirsê sererastkina vê yekê aliyê Tirk e û Rûsya balê dikişîne ser belgeya li Soçiyê bi Tirkiyê re hatiye îmzekirin.
Peskov herwiha destnîşan kir ku niha planeke hevdîtina Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nîne, heger pêwîstiyê pê bibînin serok dikarin hevdîtinê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin