Yekîtiya Ewropayê êrîsa terorê ya li Zelandaya Nû sermezar kir

Yekîtiya Ewropayê êrîsa terorê ya li Zelandaya Nû sermezar kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber êrîşa terorê ya ku li Zelandaya Nû ser du mizgeftan hat kirin serxweşî da û di daxuyaniyê da ragihand ku “Êrîşên dijî îbadetxaneyan hatine kirin li dijî me hemûyan in.”

Der barê bûyerê da Nûnera Bilind a Polîtîkaya Ewlehiyê û Têkîliyên Derva ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê da got: “Em bo kesên li Zelandaya Nû di êrîşên terorê da hatin kuştin serxweşiyê dixwazin. Êrîşên dijî îbadetxaneyan hatine kirin li dijî me hemûyan in.”

Mogherînî di daxuyaniyê da ragihand ku Yekîtiya Ewropayê di vê heyama zor da li pişta Zelandaya Nû sekiniye û têkoşîna dijî terorê jî tev di her mijarê da ji bo alîkariyê amade ye.

 “Nefreta nijadperest kesên mesûm kir hedef”

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tusk jî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam da û got: “Êrîşa bêbext a li Christchurchê wê tu carî nikaribe zirarê bide helwesta nerm û xweşbîniya Zelandaya Nû.”

Serokê Parlementoya Ewropayê Antonio Tajanî jî di peyama xwe ya weşand da wiha pê da çû: “Ji ber dîmenên êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû mirov lal dibe. Nefreta nijadperestî û harbûnê kesên mesûm ên li mizgeftê ji xwe ra îbadet dikirin, kir hedef.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin