PeyamaKurd – Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 15 rojan 5 herêmên Colemergê wekî herêmên ewlekariya taybet hatine îlankirin û çûnûhatina wan deran hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Colemêrgê, 5 herêmên li bajar û navçeyên Colemêrgê ji bo 15 rojan wekî “herêma ewlekariya taybet” ragihand.
Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku 5 herêmên li navenda bajêr û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji 26ê Sibatê heta 11ê Adara 2020an ji “ketina bêdestûr a welatiyan” re hatiye qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin