Sê welatan ji bo êrisa Refahê hisyarî da Îsraîlê

Sê welatan ji bo êrisa Refahê hisyarî da Îsraîlê

PeyamaKurd - Serokwezîrên Awustralya, Kanada û Zelanda Nû diyar kirin ku êrişa Îsraîlê ya li ser bajarê Refahê wê bibe sedema “felaketê” û bang li Tel Avîvê kirin ku vê biryarê pêk neyîne.

Serokwezîrê Avusturalya Anthony Albanese, Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau û Serokwezîrê Zelanda Nû Christopher Luxon di daxuyaniyeke hevpar de di derbarê plana êrişa Îsraîlê ya li dijî bajarê Refahê yê Xezzeyê de gazinên xwe yên cidî ragihandin.

Di daxuyanîya hevbeş a serokwezîrên sê welatan de amadekariyên Îsraîlê yên ji bo êrişa li dijî Refahê wek sedemê "felaketê" hate pênasekirin û hate destnîşankirin ku li bajarê Refahê nêzîkî 1,5 milyon Filistînî ku ji deverên şer ên Xezzeyê koçî wê derê kirine hene.

Di daxuyaniyê de bal li ser rewşa mirovî ya li Xezzeyê jî hate kêşandin û hate destnîşankirin ku bandora êrişên berfireh ên Îsraîliê ji bo sivîlên Filistînî encamên wêranker derdixin holê.

Her wiha di daxuyaniya ku şîret li rêveberiya Tel Avîvê hate kirin ku guh bide civaka navneteweyî de pirsa "Ger ku cihên sivîl lê ne bêne bomberankirin, wê sivîl bi ku ve biçin?" hate kirin û bang li rêveberiya Tel Avîvê hate kirin ku "Guh bide dostên xwe û ji vê rêyê vegere."

Di dawiya daxuyaniya hevbeş a serokwezîrên sê welatan de parastina sivîlan ya ku di yasayên navneteweyî de hîmên sereke ne hate gotin ku "Divê sivîlên Filistînî berdêla têkbirina Hemasê nedin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin