PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Almanyayê li ser rawestandin û lêgerîna nav keştiya Tirk a bi navê Roseline-A ku li Rojhilatê Derya Spî ber bi peravên Libyayê ve diçû daxuyanî da.
Berdevka Wezareta Berevaniyê Christian Thiels, li Berlînê bi civîneke rojnamevanî ragihand ku keştiya tirk bi tohmeta veguhestina çekan û şikandina ambargoya şandina çekan bo Libyayê hatiye rawestandin û got, piştî rawestandina keştiyê bi çar saetan jî ji Tirkiyê îtiraz nehatiye lewma jî lêgerînê berdewam kiriye.
Berdevka wezaretê da zanîn ku di lêgerînê de ti alavên qedexe û bi tohmet nehatine dîtin û piştî ji Tirkiyê îtiraz hatiye jî lêgerîn hatiye bidawîkirin.
Hêjayî gotinê ye, Tirkiyê piştî lêgerîna nav keştiyê berteka tund bo Almanyayê nîşan dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin