PeyamaKurd- Şaredarê Budapeşteyê Gergely Karacsony, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wekî ‘dîktator’ bi nav kir û di dema serdana wî ya bo bajêr, Alaya Kurdistanê li avahiya şaredariya daleqand û Erdogan protesto kir.
Serokoamrê Tirk Erdogan li Macaristanê hat protestokirin.
Hat ragihandin ku Şaredar Gergely Karacsony ku li hemberî pariya desthilat a şovenîst û nijadperest şaredarî qezenc kiriye, yek ji wan kesan e serdana Erdogan ya bo bajêr şermezar kiriye.

Gergely Karacsony
Şaredarê Budapeşteyê: Lazim ez ligel Kurdan bim
Karacsony wiha axivî: “Dema dîktaorek seredana Budapeşteyê kir ez ê jî wekî şaredarekî protestoya xwe bi cî bînim: Ne rasthatin e ku min Ala Kurdî (Ala Rengîn) deynim ber şibakeye odeya xwe. B imin wisa hat ku divê ez wekî şaredaran ligel Kurdan rawestim. Ji aliyê din ve cihê daxê ye di dema serdana Erdogan de trafîkê bajêr têkbêşikesti.”
‘Serdana Erdogan bo Macaristanê û protesto’
Beriya hevdîtina Erdogan û Orban bi hezaran kes li Meydana Oktogonê civiyan û operasyona Tirkiyê li Dijî Herêmên Kurdî şermezar kirin. Çalakvanan di dema meşê de wêneyên kesên ku di dema şer û pevçûnan de hatin nîşandayîn.
Herwiha di protestoyan de Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelej jî hatin hildan.Hin Macaran jî derbarê wî û polîtîkaya wî de dirûşm berz kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin