PeyamaKurd - Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande, li ser gefên operasoyanê yên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de ragihand, Kurdan di şerê dijî DAIŞê de fedakariyeke mezin kirine, heger bibin armanca operasyonê dê terora li Sûriyê geş bibe.
Hollande piştî hevdîtina ligel nûnerê PYDê yê li Parîsê Xalid Îsa daxuyakirin ku Kurdan bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û Fransayê li dijî DAIŞê roleke mezin lîstiye û di têkoşîna dijî terorê de fedakariyeke mezin kiriye.
François Hollande di berdewamê de jî got, “Heger li pey van gefan êrîş pêk werin, dê encamên vê yên cidî çêbin. Dê ziyan bigihe hevpeymana Fransayê ya dijî terorê şer dike û bibe sedema geşbûna terorê li Sûriyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin