NYT: Daxwaza Trump a sizakirinê dibe ku serekî nû li Rojhilata Navînê derbixe

NYT: Daxwaza Trump a sizakirinê dibe ku serekî nû li Rojhilata Navînê derbixe

PeyamaKurd – Rojnameya amerîkî New Yokt Timesê (NYT) di gotareke xwe balê dikşîne ser mueyîdeyên li ser Îranê û têsîrên wê yên muhtemel. Di gotarê de tê gotin ku rêveberiya Trumpî ji ber çalakiyên Îranê li herêmê di xwaze Îranê bide sizadan.

Di gotarê de hatiye gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump sala borî bi mebesta rêlibergirtina fona Hizbullaha Lubnanê mueyîde li Îranê sepandibûn lê welatên mezin ên wekî Çîn,Hindistan, Tirkiye, Koreya Bakur û Japonya li derveyî vê sepanê hiştibûn. Niha jî Trump daxwaz ji dewletên navborî ji Îranê petrolê nekirin.

Di gotarê de hatiye destnîşankirin ku sepanên Amerîkayê li dijî Îranê bo hatine radeyeke metirsîdar:

“Ev sepanên provakatîf dê bike ku Îran stokên xwe yên uranyumê xurt bike û dê Amerîka neçar bimîne ku bersivê bide Îranê û ev yek jî dê bibe sedema êrişeke muhtemel li dijî Amerîkayê.

Trump dibêje ew bergiriyê dikin da ku şer dernekeve lê ev hewildana dibe ku şerekî nû li Rojhilata Navîn derxe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin