PeyamaKurd – Di meha Gulanê de li Erzînganê berf bariya û berfbarîn dibe sedema astengiyan. Li zozanan Terêm şivanekî hat dîtin.
Li Erzingana bakurê Kurdistanê berf bariya û li neqebên Kizildag, Sakaltutan û Ahmediyê wesayîtên bê zincîr di rê de man.
Polîsên trafîkê ji ber berf û bagerê ji rêwiyan xwest ku demekê li tesîsên li ser rê rawestin û piştî ku bager sekînî bi rêya xwe de biçin.
Li gundê Koçyatagî şivanê bi navê Suleyman Akpolat mirî hat dîtin. Termê Akpolatî ji bo lêkolîn û lênerîna adlî rakirin morga nexweşxaneyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin