PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bo sîstema parastina hewayî ya Patriotan, bi Tirkiyê re diaxifin.Trump li Koşka Sipî di odeya çapemeniyê de bersivên pirsên rojnamevanan da. Li ser pirsa rojanamvenekî Tirkiyê yê NTV yê ku ji Trump pirsî û got ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu behsa îhtîmala Patriotan kiriye ku Amerîka bide Tirkiyê, li ser mijarê Trump weha bersiv da:
“Em bi serokkomar Erdoğan re, di gelek mijaran de diaxifin. Em bi temamî ew mijara ku te got em li ser wê jî diaxifin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin