PeyamaKurd - Namzedên Serokkomariyê bo hilbijartinên 24ê Hezîranê dê li TRTê bo 10 xulekan du caran biaxivin.
Namzedê HDPê Selahattin Demirtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye dê 17ê Hezîranê li demjimêr 20.53 û 23yê Hezîranê li demjimêr 17.50 du axaftinan bike.
Piştî diyarbûna roj û demên namzedên parlamenteriyê diyar nebû wê Demirtaş li stûdyoyê biaxive yan li girtîgehê. Lijneya Bilind a Hilbijartinan biryar da ku Demirtaş axaftinên xwe yên popogandayê li girtîgeha Edîrneyê bike.
HDP derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Lijneya Hilbijartinê biryara şermê da. Namzedê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş herdu axaftinên xwe dê li girtîgehê bike."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin