Ruhanî bo Amerîkayê: Sebra me zêde nemaye!

Ruhanî bo Amerîkayê: Sebra me zêde nemaye!

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ragihand, ew niha bi aramî rûbirûyê sizayên ser welatê xwe dibin û got, lê belê “di demeke diyarkirî de dê aramî û sebra me zêde nemaye.”

Hesen Ruhanî îro di civîna ligel berpirsên îdarî yên Xorasana bakur de gotarek pêşkeş kir û ragihand, Tehran jibo danûstandina ligel Washingtonê amade ye û diyar kir, mercê destpêkirina danûstandinên bi Amerîkayê re eşkere kir û got, divê Amerîka destpêkê sizayên ser Îranê rake û vegere nav rêkeftina atomî.

Serokomarê Îranê herwiha herdu welatên Îsraîl û Erebistana Siûdiyê bi wê yekê tohmetbar kir, ku ew bûne sedema vekişîna Amerîka ji rêkeftina atomî.

Hesen Ruhanî îtîraf bi wê yekê kir, ku niha Îran di rewşeke zehmet re derbas dibe û got, dê ew rojên zehmet jî bi dawî bibin.

Ruhanî îdiayên Amerîkayê yên derbarê rûxana aboriya Îranê de jî red kir û got, ew ji şoka destpêka sizayên Amerîkayê derketine û aboriya welat niha ber bi rewşeke aram ve diçe.

Ruhanî spasiya xelk Îranê jî kir ku bi gotina wî di wê heyamê de aram û li ser xwe bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin