Li Îzmîrê ji 9 gumanbaran 7 ji wan hatin girtin

Li Îzmîrê ji 9 gumanbaran 7 ji wan hatin girtin

PeyamaKurd – Li ser erdheja Îzmîrê ya bi dereca 6. 6 ê 9 kes hatibûn binçavkirin ku di navbera wan de avakerên apartmanan jî hene. Lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya bajarê Îzmîrê de hat destpêkirin û di nava kesên hatin binçavkirin de 3 muteahîd an ku avakerên apartmanan, 4 berpirsên teknîkî, 2 xwediyên marketan hebûn.

Ji wan 9 kesan 7 ji wan bi biryara dadgehê hatin zîndanîkirin. Sedema girtina wan weka ku sebebiyet dane mirina mirovan û karên xwe yên teknîkî bi berpirsiyarî neanîne cîh hat nîşandan. 2 kes ji wan bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Ji muteahîdan 2 kes ji wan niha firarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin