PeyamaKurd- Pêvajoya ji bo beşdariya Yekitiya Ewropayê ya dewleta Tirkiyeyê ji salên 1963’yan ve dest pê dike. Di sala 1987’an ev pêvajo hinekî din tê bilezkirin. Di sala 1999’an de ji aliyê endamên YE’yê ve ji bo ketina YE’yê wekî endam tê qebûlkirin û di sala 2005’an de jî muzakere dest pê dikin.
Ji bo ketina yekitiyê, YE şertan datîne pêşiya Tirkiyeyê. Di warê naskirina mafan, demokrasî, hiqûq, ekolojî û hwd. lê belê Tirkiyeyê van şertan pêk neanîn.
Di 2012’an de serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan gotibû; ‘Em li bendê ne ku di 100’emîn salvegera avakirina Komara Tirkiyeyê de di Yekitiya Ewropayê de bin.’ Lê belê li aliyê din jî ji bo ketina YE’yê tu gav nedihatin avêtin, dijberî wê tevgerînek li Tirkiyeyê pêş ket, Li ser vê helwesta Tirkiyeyê gelek caran hat xwestin ku Tirkiye ji endamtiya ketina YE’yê bê avêjtin. Herî dawî Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlementoya Ewropayê, pêşniyara Raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî pejirand. Katî Pîrî got ku li Tirkiyeyê bi aşkera rêveberiyek otokratîk heye û hiqûq nemaye.
Di pêşniyara ku divê danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên li ser beşdarbûna Yekitiya Ewropayê (YE) bi dawî bibin de dijî 7 dengan bi 47 dengan hat pejirandin.
Katî Pîrî di rapora xwe de li ser sîstema seroktiyê ya Tirkiyeyê wiha got: “Bi awayekî aşkera rêvebirîyeke otokratîk e (yek kesî ye). Li Tirkiyeyê kontrola demokratîk nemaye û hiqûq tê binpêkirin. Li Tirkiyeyê sîyasetmedar û aktîvîst jî di nav de zêdetirî 50,000 hemwelatî girtî ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin