PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê ragihand ku îro 19ê Gulanê danê sibê, kolberekî Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê pasdarên Îranê ve li ser sînorê Sarawiyê hatiye kuştin.
Li gorî ragihandina Hengawê kolberê Kurd ê bi navê Muhammed Resûl Ezîzî ji gundê Kanî Sif Banjê ye û bavê 4 zarokan e.
Li gorî amarên Hengawê di 5 mehên sala 2019an de herî kêm 5 kolber li ser sînor ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin