BCFê li Almanyayê ji bo penaberên Rojava hevdîtin pêk anîn

BCFê li Almanyayê ji bo penaberên Rojava hevdîtin pêk anîn

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ku bi salan e alîkariyên mirovî digihîne koçberên şer û mexdûran ji aliyê saziya alîkariyê ya Caritas ve bo Almanyayê hat vexwendin.

Dezgeha alîkakariyan Caritas ku navenda wê li Dortmund a Almanya ye, bi rayedarên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re li ser kordînekirina alîkariyan hevdîtin pêk anîn.

Hat zanîn ku di hevdîtinê de, bi rêya BCFê gihandina alîkariyên taybet bo penaberên Rojavayê Kurdistanê û herêmê Kurdistanê hatiye axaftin.

Nûnerê BCF yê Ewropayê Avat Mistafa ji medya Kurdistanê re ragihand ku mebesta wan a hatina Almanya xurtkirina pêwendiyan û gihandina zêdetir alîkariyan bo penaberan e.

Mistefa herwiha da zanîn ku wan bi saziyên alîkariyê yên almanî re li ser projeyên alîkariyê bo penaberên Rojavayê Kurdistanê danûstandin kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin