PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF), di çarçoveya çalakiyên xwe yên mirovî yên meha pîroz a Remezanê de, alîkariya darayî gihand bi dehan malbatên kêmderfet ên li parêzgeha Dihokê.
Alîkariya darayî bo 41 malbatan
Li gorî daxuyaniya ku îro (17ê Adara 2026an) ji aliyê ofîsa BCFyê ya li Dihokê ve hat belavkirin, di beşa alîkariyên nextî de, duh alîkarî li 41 malbatên kêmderfet hatine dabeşkirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo her malbatê 200 dolar hate pêşkêşkirin. Bi giştî qebareya pereyê ku hatiye dabeşkirin gihîşt 8 hezar û 200 dolarî.
Projeya zekatê û piştgiriya xêrxwazan
BCFyê destnîşan kir ku ev hevkarî di bin sîwana “Projeya Zekatê” de têne meşandin. BCF her sal di meha Remezanê de bi alîkariya sermayedar, karsaz û bexşvanan, kampanyayên berfireh ên alîkariyê li dar dixe da ku barê ser milê malbatên kêmerfet sivik bike.
Ev xebatên dezgehê wekî beşek ji bernameya wê ya salane ya ji bo piştgiriya mirovên destteng û xurtkirina giyanê hevkarî û biratiyê di civakê de têne nirxandin.