Belçîka: Pêwendiyên me bi hikûmeta Kurdistanê re bas in

Belçîka: Pêwendiyên me bi hikûmeta Kurdistanê re bas in

PeyamaKurd – Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo beriya Lûtkeya Lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) axivî û diyar kir, têkiliyên wan ên baş bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene û got, "Em li bendê ne ku têkilî û hevkariya xwe zêdetir bikin."

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Slovenyayê Robert Golob, Seroka Banka Navendî ya Ewropayê Christine Lagarde jî beşdarî civîna roja duyemîn a Lûtkeya Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku li Brukselê hat lidarxistin bûn.

De Croo eşkere kir, berjewendiyên wan ên hevpar li gel Herêma Kurdistanê hene û bal kişand ser girîngiya ewlehî û aramiya herêmê.

De Croo destnîşan kir, ew li hin deveran bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bazirganiyê dikin û got, “Yek ji van xebatan vegerandin û azadkirina zarokên Belçîkayî yên li ser sînorê Sûriyê bû. Em kêfxweş in ji bo piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di vê mijarê de."

Serokwezîrê Belçîkayê got, “Em ji pêwendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê kêfxweş in. Em li bendê ne ku têkilî û hevkariya xwe zêdetir bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin