Belgeya avakirina Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê hat îmzekirin

Belgeya avakirina Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê hat îmzekirin

PeyamaKurd - Li dîwana Wezareta Şaredarî û Geştûguzarîya Herêma Kurdistanê, mohleta (ruxhset) avakirina avahiya Konsulxaneya Çînê hat îmzekirin.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ragihand, li Li dîwana Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî û bi amadebûna Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê Nê Rojî û Serokê Şaredariya Hewlêrê Ferset Sofî, mohleta avakirina Konsulxaneya Çînê li Hewlêrê hat îmzekirin.

Wezaretê da zanîn, zevî bo avahiya Konsulxaneya Giştî ya Çînê li Hewlêrê pêştir di 31ê Cotmeha 2018an de li ser riya Pîrmamê hatiye terxankirin, piştî îmzekirina mohleta avakirinê, dest bi avakirin û bicihkirina tevahiya karên wê tên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin